Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Hun Biryar Bidin ku Qanûnen Amerîkî Diparêzin yan Ne


Serokê Amerîka Donald Trump axaftina xwe ya îşev ya di kongreya Partîya Komarî ya li baxçeya Qesra Sipî bi hevî û hestên xwe yên germ bo kesên ji bahoza Laura bandor bûne, vekir.

"Hestên me bi kesên delal û sosret yên ku niha nû ji felaketa ya bi sedema bahoza Laura filîtîne re ne," Serok Trump got.

Wî ragihand ku rêvebirîya wî ji nêz ve bi karbidestên herêmî redixebitin da ku alîkarîya kesên ku jiber bahozê bandor bûne, bikin.

Trump herwiha dîyar kir ku ewê jibo tespîtkirina zararê di dawîya vê hefteyê de here herêma Kendavê.

Serok bi rengekî fermî berbijarîya Partîya Komarî ya seroktîya Amerîka li baxçê Qesra Sipî, li pêş dora 1500 mêvanan pejirand.

"Hevalên min, Amerîkîyên hêja, îşev, bi dil û can û bi spasdarî û bi heveskarîyeke bêsînor, ez vê namzetîya seroktîya Amerîka qebûl dikim," Trump di axaftina xwe ya ku hatibû amadekirin de got.

Wî got ku ew berbijarîya seroktîyê ya Partîya Komarî bi ji kûrahîya dilê xwe dipejîrîne.

Wek peyîvdarên kongreya Komarîyan yên pêş wî, Trump jî behsa xeterîyên ser Amerîkayê kir ku ger Joe Biden wek serok were hilbijartin.

"Ev hilbijartin dê biryarê bide ka em xewna Amerîkî diparêzên yan gelo em destûrê didin ku programeke sosyalîst ku çarenûsa me ya hêja hilweşîne. "

Trump bi berdewamî got ku dengên we dê biryarê bide ku gelo ew qanûnen Amerîkî diparêzin yan na.

"Hunê biryar bidin ku emê qanûnen ku Amerîkîyan biparêzin yan emê serwerîya azad bidin anarşîstên tundrê û sûcdarên ku hemwelatîyên me tehdîd dikin," Trump got.

XS
SM
MD
LG