Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Dirava Dîwara Sînor Neyê Pejirandin Hikûmet bo Demeke Dirêj Daxistî Be


Serokê Amerîka Donald Trump, çend demjimêr berî muhleta erêkirina budceya hikûmeta federalî ya Amerîkî, îro Înê gefa daxistina “demeke dirêj” ya hikûmetê kir.

Trump ji senatoran xwest ku 5 mîlyar dolar dirav jibo avakirina dîwara ser sînorê Meksîko jî têxin nav budceyê.

Civata Senatoran ya piranî Komarî pêşnîyara budceya federalî, bê dirava jibo dîwarê erê kiribû, lê Trump bi givaştina hevalbendên xwe yên li Civata Nûneran, dirava bo avakirina dîwarê xist nav pêşnîyara budcê ya Civata Nûneran û şand Civata Senatoran.

Trump îro ji rêberê piranîya Komarî ya Civata Senatoran, Mitch McConnell xwest ku bernivîsa guherandî ya Civata Nûneran bîne pêş senatoran.

Di Civata Senatoran de 60 deng pêdivî ne ku bernivîsa ku Trump xwestibû, were pejirandin, lê Koamrî tenê xwedîyê 51 kursî ne.

“Ger Demokrat dengê na bidin, hikûmet de bo demeke pir direêj daxiatî bimîner” Trump ji ser Twitterê got.

XS
SM
MD
LG