Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Sirbistan Dê Balyozxaneya Xwe Bibe Orşelîmê


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Sirbistan dê nûnertîya xwe ya dîplomatîk ya li Îsraîlê ji Tel Avîvê bibe Orşelîmê.

Trump da zanîn ku Sirbistan dê balyozxaneya xwe ya li Îsraîlê heta Tîrmeha 2021’an bar bike.

Wî dîyar kir ku Sirbistan dê di nav vê mehê de li li Orşelimê ofîseke bazirganîyê veke û got ku ew ‘’gaveke wêrek û dîrokî ye’’

Serokê Amerîka, piştî civîna bi serokên Sirbistan û Kosova re da zanîn ku her du dewletan li hev kirine peywendîyên xwe yên aborî normal bikin û herwiha Kosova û Îsraîl jî dê dest bi normalkirina peywendîyan bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku ew bi biryarên Kosova û Sirbistanê yên ser vekirina balyozxaneyê li Orşelîmê kêfxweş bûne.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin ku Sirbistan welatê pêşî yê Ewrupî ye ku biryar daye ku balyozxaneya xwe bibe Orşelîmê.

Ew biryarên han piştî hevdîtinên karbidestên payabilind yên Amerîkî û yên Kosova û Sirbistanê hatin dayîn.

Serok Trump di sala 2017’an de gotibû ku ew Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê dibînin û balyozxaneya Amerîka di Gulana 2018’an de ji Tel Avîvê derbazî Orşelîmê bûbû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG