Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez Serbilind Im ku Me DAIŞ'ê Tek Bir


Serokê Amerîka Donald Trump cara yekê îşev gotara Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) pêşkêş kir û tê de li ser mijarên cihêrengî peyîvî.

Trump di destpêka axaftina xwe de got ku ew bi hevre Amerîkayeke ewle, hêzdar û serbilind ava dikin.

Wî got ku ew bi vîzyoneke zelal û erkeke rastîn, her roj pêşve diçin ku – Amerîka jibo hemî Amerîkîyan careke din xurt bikin.

“Em ji her Amerîkîyekî dixwazin ku rûmeta keda rojeke xwe bizane; em ji her zarokekî dixwazin ku bi şev li mala xwe ewle be û em ji her hemwelatîyekî dixwazin ku bi vî welatê ku em hez dikin, serbilind be.”

Trump do gotara salane de cîhekê taybet da qanûna bacê ku berî demeke kin di Kongresê de hatibû pejirandin.

“Wek min, berî 11 mehan li vê derê soz dabû gelê Amerîkî, me bi awayê herî berbiçav ya dîroka Amerîkî bac kêm kir û reforma bacê pêk anîn. Bi spasîya kêmkirina bacan, me barê ser Çîna Navîn û karsazan siviktir kiriye.”

Serok di axaftina xwe de, bi berfirehî qala malwêranî û reşbûyerên navxweyî yên wek bahozên hêzdar, gulebarandina ser girseyan, êrîşên ser endamên Kongresê kir û bal kişand ku hemî Amerîkî bu yekdengî hember wan felaketan sekînin.

“Îşev ez bang li me gîşkan dikim ku em hemî cudabîrîyên xwe dînin alîyekî û bingehên hevbeş biafrînin û yekîtîya ku em hewce ne, jibo gelê ku em hilbijartine, pêşkêş bikin.

Trump li ser sîyaseta derve jî peyîvî û girîngî da şerê dijî DAIŞ’ê. Wî bi bîr anî ku sala çûyî soza şikandina DAIŞ’ê dabû.

"Sala borî min soz dabû ku emê bi hevalbendên xwe bixebitin û DAIŞ’ê ji rûyê erdê tune bikin. Piştî salekê, ez bi serbilindî radigihînim ku kaolîsyonê DAIŞ’ê têk bir û sedî seda hemî axên bin kontrola DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê azad kir. Lê, hîn gelek kar mane ku li benda cîhanînê ne. Emê şerê xwe, heta ku DAIŞ’ê têk bibe, bidomînin.”

Trump bi bîr xist ku dema gelê Îranê li hember tawanên dîktatorîya Îranê rabû, ew bê deng nema û li kelêka gelê Îranê sekinî û piştgirî da têkoşîna wan ya bo azadîyê.

Wî bang li Kongresê lir ku hember kêmahîyên bingehîn ya peymana navokî helwesteke xurt nîşan bide.

Trump da zanîn ku rêvebirîya wî toleyên dijwar li ser rejîmên komunîst yên Kuba û Venezuela danane.

Serokê Amerîka Trump di axaftina xwe de cîhekî berfireh da Koreya Bakur û ew dewlet bu tundî rexne kir.

“Ti rejîmên cîhanê wek dîktatorîya Koreya Bakur zordarî li ser hemwelatîyên xwe nekiriye. Koreya Bakur bi awayekî nebaldarî pêgir e ku xwedîyê mûşekên navokî be û ew yek jî gefên mezin li ser welatê me dike."

Serok da zanîn ku ew dest bi kempeyneke hêzdar dikin ku rê li ber îhtîmaleke wiha ji Koreya Bakur bigirin.”

Trump îdia kir ku nermbûna rêvebirêyên berî wî cesaret da reftarên xirab yên Koreya Bakurî û rê li ber wê vekir, loma jî ewê şaşitîyên rêvebirîyên berê dubare neke.

XS
SM
MD
LG