Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê bi awayekî tund bersîva êrîşa kîmyayî ya dijî sîvîlên Gutaya Rojhilat bidin û nîşana operasyoneke leşkerî ya li hember Sûrîyê da.
Trump berî li Qesra Sipî bi rêberen leşkerî re bicive, ji rojnamevanan re da zanîn ku dê bersîveke tund bidin êrîşa nêzî Şamê, lê jiber ku axaftina ser demê hez nake, ewê niha dema bersîvê eşkere neke.
‘’Di warê leşkerî de gelek alternatîfên me hene. Di demeke nêz de emê agahîye bi we din.’’ Trump got.
Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî John Bolton, Wezîrê Berevanîyê Jim Mattis û Sererkanê Amerîka Orgeneral Josehp Dunford beşdarî civîna li Qesra Sipî bûn.
Ji alîyê din ve, Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî bi rêka telefonê ser êrîşa li Sûrîyê axifîn.
Qesra Sipî ragihand ku her du rêber biryar daye ku bo bersîvdana êrîşa li Sûrîyê ewê bi awayekî kordînekirî bixebitin.