Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Qesira Sipî: Trump Dê Fikra Ser Vekişandina Leşkerên li Sûrîyê Neguherîne


Sekreterê Giştî yê Qesira Sipî Mick Mulvaney dîyar kir ku Serok Trump dê fikra ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê, neguherîne.

Mulvaney ji kanala ABC re got ku ‘’Bi qasî ez dizanim Serok ji destpêkê ve dida zanîn ku ew naxwaze heta hetayê li Sûrîyê bimîne’’

Wî bi berdewamî dîyar kir ku biryara vekişandina leşkeran, ‘’encama xebatên du salan e’’

Mulvaney, derbarê pirsên ser karvekişîna Wezîrê Berevanî Jim Mattis û Nûnerê Taybet yê Amerîkî yê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Brett McGurk da zanîn ku endamên kabîneyan piştî nelihevkirinan dikarin karvekişîna xwe ragihînin û ew ‘’tiştekî normal e’’

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî gotibû ku ewê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişînin û li dû gotinên wî, Mattis û McGurk karvekişînên xwe ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG