Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Trump û Endamên Payabilind yên Komîteyên Peywendîyên Derve Dê Îro Ser Sûrîyê Bicivin


Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û karbidestên payabilind yên Amerîkî dê îro ser operasyona Tirkîyê ya dijî Sûrîyê bicivin.

Li gor ajansê di civînê de dê karbidestên payabilind yên polîtîkayên derve û ewlekarîyê hazir bin.

Reutersê ji zarê jêderên Kongresê dîyar kir ku Trump, Rêberê Piranîya Komarîyan Mitch McConnel, Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi vexwendine.

Serokên komîteyên derve û xizmetên çekdarî yên civata senatoran û civata nûneran jî dê beşdarî civînê bibin.

XS
SM
MD
LG