Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Şerê li Bakurê Sûrîyê Dişibîne Şerê Du Zarokan


Serokê Amerîka Donald Trump di mîtînga li Teksasê de ser operayona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê axifî.

Trump şerê Tirkîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) şiband ‘’du zarokên li baxçeyê dibistanê li hev dixin’’

‘’Min got divê hinekî li hev xin. Divê hûn destûrê bidin ku mîna du zarokan li baxçeyê li hev xin û paşê hûn dê wan ji hev vekin. Çend rojan şer kirin û ew şer têra xwe sert bû.’’ Trump got.

Wî bi bîr xist ku divê peyvajoyê de xwîna Amerîkîyan nerijîyaye û da zanîn ku ew çûne herêma şer û xwestine şer rawestînin.

Trump amaje kir ku bi rêkeftina nû re hêzên Kurdan dê hinekî bi şûnde vekişin.

Serokê Amerîka bi berdewamî dîyar kir ku têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dê bidome û got ku Tirkîyê jî bo têkoşînê amade ye.

XS
SM
MD
LG