Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Serdana Ohio û Teksasê Kir


Serokê Amerîka Donald Trump serdana Ohio û Teksasê kir.

Di êrîşên li her du eyaletan de herî kêm 31 hatibûn kuştin.

Li Dayton ya Ohio dijî Trump protesto çêbûn. Li ser hin pankartan "Sedem Tu Yî" hat nivîsîn.

Bajarvanê Daytonê Nan Whaley, pêşwazîya Trump û xanima wî Malenia Trump kir.

Whaley ser axaftina Trump ya dijî nijadperestîyê gotibû kû têde kêmasî hene û dabû zanîn ku ewê dîsa jî bi Trump re bicive.

Trump li Daytonê bi karbidestên ewlekarîyê, xebatkarên saxlemîyê û malbatên kuştîyan re kom bû.

Serokê Amerîka piştî serdanê ji Twitterê da zanîn ku serdan pir baş derbaz bûye.

XS
SM
MD
LG