Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Tirkîyê Ser Operasyona Efrînê Hişyar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê ser operasyona Efrînê axifîn.

Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Trump ji Erdogan re dîyar kiriye ku tundûtûjîya li Efrînê zararê dide armancên hevpar yên li Sûrîyê.

Trump bang li Tirkîyê kir ku girjîyê kêm bike, kiryarên xwe yên leşkeri sînordar bike û rê li ber kuştin û barkirina sîvîlan bigire.

Serok Trump herwiha bang li Tirkîyê kir ku xwe ji kiryarên ku rê li pevçûna leşkerên Tirk û Amerîkî vedike biparêze.

Trump da zanîn ku divê her du dewleta bala xwe bidin ser têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Her du serok bo vegerîna 100,000 penaberên Sûrî yên piştîi şikestina DAIŞ'ê vegerîyane Sûrîyê kêfxweşîyên xwe ji hevdu re gotin û dîyar kirin ku hevkarîyê bidomînin.

Qesra Sipî dîyar kir ku Serok Trump bo hemwelatîyên Amerîkî yên di Rewşa Awarte (OHAL) de hatine girtin û karmendên din yên herêmî jî fikarên xwe gotine.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku her du rêberan soz daye hevdu ku bo îstiqrara herêmê xurt bikin ''dijî terorîzma DAIŞ, PKK û El-Qaydê hevkarîya stratejîk xurttir'' bikin.

XS
SM
MD
LG