Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Tirkîye Wek Dostekî Tevnagere


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump derbarê qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, daxuyanîyeke nû belav kir.

Trump li Qesra Spî da zanîn ku Tirkîye ‘’ji demeke dirêj vir ve kêşeyan çêdike û wek dostekî tevnagere’’

Serok Trump ser Brunson jî got ku ‘’însanekî pir baş e’’ û derbarê tawanên dijî wî jî dîyar kir ku ‘’derew in’’

‘’Niha darizandina wî dom dike, eger ew dadgeh be. Divê ji zû de qeşe bidana û li gor min Tirkîyê di vê mijarê de tiştên şaş kirin’’ Trump got.

Trump da zanîn ku ewê tiştên diqewimin tenê neşopînin û got ku ‘’Hûnê bibînin çi diqewime.’’

XS
SM
MD
LG