Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Bang li Trump Dikin ku Dijî Tirkîyê Toleyan Ragihîne


Çar Senatorên Amerîkî bang li Serok Donald Trump kirin ku dijî Tirkîyê toleyan ragihîne.

Ji Komîteya Hêzên Çekdar û Peywendîyên Derve, Jim Inhofe, Jack Reed, Jim Risch bi nameyekê dan zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi kirîna S-400 ji Rûsya, şaşî kiriye.

Wan da zanîn ku divê Amerîka ser vê biryara Tirkîyê dijî wê toleyan dîyar bike.

Beşa yekê ya S-400’an roja Înê derbazî Tirkîyê bûn.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku dibe ku girjîya di navbera Washington û Enqerê de jinûve gurtir bibe.


XS
SM
MD
LG