Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Amerîka Dê Firokên Cengê yên F-35 Nefiroşe Tirkîyê


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî ji rojnamevanan re got ku jiber ku Tirkîyê i Rûsya S-400 sitadine ewê firokêk cengê yên F-35 nefiroşin wê.

Trump da zanîn ku bi danûstandina S-400’an re rewşa bi Tirkîyê re ‘’zortir û dijwartir’’ bûye û dîyar kir ku ew axaftina bi berpirsên Tirk re didomînin.

‘’Tirkîye di rewşeke zor de ye û em jî wek Amerîka di rewşeke zor de man, lê divê ez bibêjim ku jiber ku Tirkîyê ji Rûsya sîstema S-400 sitandîye, Amerîka dê firokên cengê yên F-35 nefiroşe wê.’’ Trump got.

Berî Trump, Wezîrê Berevanî yê Serkar Mark Esper dîyar kir ku Tirkîyê bi kirîna S-400 ew xeyalşikestî kirine.

XS
SM
MD
LG