Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Amerîka Operasyona Tirkîyê Rast Nabîne


.
.

Serokê Amerîka Donald Trump ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Trump da zanîn ku Tirkîyê, Sûrîyê dagir kiriye û Amerîka operasyonê rast nabîne û ji Tirkîyê re daye zanîn ku ‘’ew fikreke xirab e’’

‘’Tirkîyê garantî da ku ewê sîvîl, Xiristîyan jî di nav de kêmîneyên olî zararê nebînin û kêşeyeke mirovî çênebe. Em li bendê ne ku ew li gor gotinên xwe tevbigerin’’ Trump got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku êdî berpirsa çekdarên girtî yên Dewleta Îslamî (DAIŞ), Tirkîye ye û dîyar kir ku divê Tirkîye nehelê ku ew rêxistin gur bibe.

Serokê Amerîka got ku ew rewşa dawî ya li bakurê Sûrîyê ji nêz ve dişopînin.

XS
SM
MD
LG