Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Xezîne yê Amerîka: Trump Dê Dijî Tirkîyê Fermaneke Qanûndêr Îmza Bike


Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin berî demeke kin ragihand ku Serok Donald Trump hazirî dike ku dijî Tirkîyê fermaneke qanûndêr (executive order) îmza bike û cezayên giran bide wî welatî.

Mnuchin dîyar kir ku ew toleyên nû ‘’pir giran in’’

‘’Em hêvî dikin ku em wan toleyan bikar neynin, lê ger em bixwazin em dikarin aborîya Tirkîyê hilweşînin’’ Mnuchin got.

Piştî Tirkîyê dijî bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê kiribû, di serî de senatoran, dûre jî endamên Civata Nûneran dijî Tirkîyê bernivîsên toleyan hazir kiribûn.

XS
SM
MD
LG