Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dîyar Dike ku Ewê di Demeke Nêz de Biryarnameya Dijî Tirkîyê Biweşîne


Serokê Amerîka Donald Trump ser toleyên dijî Tirkîyê daxuyanîyeke berfireh belav kir.

Trump ji Twitterê dîyar kir ku tole dê dijî hin karbidestên kevn û yên niha li ser kar yên Tirkîyê werin ragihandin.

Wî dîyar kir ku bi toleyan dê baca gumrukê ya bo pola jinûve bibe 50 ji sedê û danûstandinên bo peymana bazirganîyê ya bi Tirkîyê re bi dawî bibin.

‘’Ezê di demeke nêz de biryarnameya dijî kesên niha û yên berê yên hikûmeta Tirk, yên bi kiryara xwe rê li ber bêîstiqrarîya rojhilata bakurê Sûrîyê vekirine, biweşînim’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ewê dijî kesên li Sûrîyê, di binpêkirina mafên mirovan de, bi darê zorê veguhastina koçberan de û di astengkirina agirbestê de tilîya wan heye, toleyên giran ragihînin.

Li gor daxuyanîya Trump dê hin kes jiber qedexeyê nikaribin serdana Amerîka bikin û hebûna wan ya madî dikare bê bloke kirin.

‘’Operasyona Tirkîyê bo sîvîlan metirsîyê çêdike û ew dijî îstiqrar, aştî ewlekarîyê gef e.’’ Trump got.

Trump dîyar kir ku wî bi awayekî ji eşkere ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re gotiye ku operasyona Tirkîyê krîza mirovahî çêdike û rê li ber şertên tawanên cengê vedike.

Serokê Amerîka amaje kir ku divê Tirkîye kêmîneyên etnîk û oldar jî di nav de bo sîvîlan ewlekarîya çêke û da zanîn berpirsa çekdarên girtî yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye.

Trump di daxuyanîya ser toleyan de pişrast kir ku leşkerên Amerîkî dê ji bakurê Sûrîyê vekişin û dîyar kir ku komeke biçûk ya leşkeran dê dijî DAIŞ’ê li Bingeha El Tanf ya li Sûrîyê bimîne.

Wî di dawîya daxuyanîya xwe de got ku ger Tirkîye di rîya ‘’bi metirsî û hilweşîner’’ de dewam bike ew hazir e ku aborîya Tirkîyê hilweşîne.

XS
SM
MD
LG