Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwer: Trump Nikare Karînerên Twitterê Blok Bike


Dadwereke federal ya li New Yorkê îro Çarşemê biryar da ku desthilata Serok Donald Trump tune ku şoperên Twitter’ê blok bike, jiber ku ew yek mafê wan yê di li gor Xala Guhertina Yekê Qanûna Bingehîn ya Amerîka binpê dike.

Biryara dadwer Naomi Reice Buchwald ya li Manhattan, wek bersîva doza hember Trump hat dayîn ku di Tîrmeha borî de ji alîyê Knight First Amendment Institute ya Zanîngeha Columbia û jimareke karînerên Twitter’ê hatibû vekirin.

Trump hesaba xwe ya Twitterê pir bi aktîfî dixebitîne ku behsa biyarên xwe bike û êrîş li rexnegirên xwe pêk bîne.

Kesên ku doz vekirine gotibû ku hesaba Twitter’ê ya Trump, platformeke civakî ye û serok nikare kesên ku rexne li wî digirin, asteng bike.

XS
SM
MD
LG