Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Twitterê Dîmenek Belav Kir û Jê Bir


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîmeneke ku pê re nîqaş çêbûn par vekir û ew jê bir.

Di dîmenê de xuya dibe ku alîgirekî Trump, dema protestoyên dijî rêvebirîyê dibêje ‘’hêza sipîyan’’

Ew dîmen, li Florida dema protestoyên bo George Floyd hatiye tomar kirin, têde nîqaşên dijber û alîgirên Trump têne bihîstin.

Di dîmenê de, xwepêşandanerek ji alîgirekî Trump re dibêje ‘’nijadperest’’ û ew destê xwe radike jor dibêje ‘’hêza sipîyan’’

‘’Hêza sipîyan’’ ji alîyê komên ku sipîyan ji kesên din bilindtir dibînin tê gotin.

Trump ew dîmen bi gotina ‘’Spas însanên pir baş yên The Villages’’ par vekiribû. Wî par serdana wê derê kiribû.

Qesira Sipî dîyar kir ku Trump heyranê The Villages e û wî ew slogan nebihistiye.

XS
SM
MD
LG