Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê dîyar kir ku karbidestên Amerîkî diçin Rûsyayê da ku peymana Amerîka û Ukrayna jibo rawestandina şer ya 30 rojan û rêyek jibo danûstandinên aştiyê, gotûbêj bikin.
Trump ev agahî di hevdîtina bi serokwezîrê Îrlandayê re li Qesira Sipî ragihand,lê wî di derbarê tîma danûstandinan ya Amerîka de zêdetir agahî neda.
"Dema niha dema em diaxivin ew diçin Rûsyayê. Û hêvîdar im ku em ji Rûsyayê agirbestê bistînin û ger em bigrin, bi bawerîya min wê ji sedî 80’ê ev xwînrijandina hovane biqede," wî got.
Ukrayna roja Sêşemê ser agirbestek 30-rojî hevbîr bû, di encama civîneke heşt seatan bi karbidestên Amerîkî re li Erebistana Saudî.
Trump ragihand ku aniha girêdayî Rûsya ye û got ku ew hêvî dike ku ewê serokê Rûsya Vladamir Putin peymanek agirbestê qebûl bike.
"Ez hêvî dikim ku wê agirbestek çêbe. Min hin peyamên erênî wergirtine, lê peyameke erênî nayê wateya. Ev rewşek pir cîdi ye," wî got.
Kremlînê roja Çarşemê got ku ew ser pêşnîyara agirbesteka li Ukraynayê, li benda hûrgilîyên ji Washingtonê ye.
Hevdem jêderên payebilind yên Moskowê gotin ku divê di peymanê pêşketinên Rûsya yên li qada şer were girtinê ber çavan û fîkarên wê werin çareser bike.
Trump got ku agirbest wê jibo Rûsyayê watedar be, lê wî bal kişand ku "jibo Rûsyayê jî gelek dezavantaj hene" bêyî ku hûrgulî bide.
Li ser pirsa gelo ewê jibo zexta ser Rûsyayê tiştekî bike, Trump wiha got:
"Ez dikarim di warê aborî de tiştan bikim, ku wê jibo Rûsyayê pir xirab be. Jiber ku ez dixwazim aştiyê bi dest bixim, naxwazim wiya bikim."
Qesira Spî roja Çarşemê ragihand ku nûnerê Amerîka Steve Witkoff jibo danûstandinên li ser agirbesta Ukraynayê, vê hefteyê diçe Moskowê.
Berdevika Qesira Sipî Karoline Leavitt ji rojnamevanan re got ku "Birêz Witkoff di dawî ya vê hefteyê de diçe Moskowê," yê ku jibo danûstandinên bi Rûsya re roleke girîng dilizî.
Jêder: Reuters