Lînkên eksesibilîtî

Trump Cezayê Mirinê ji Bergumanê Êrîşa New Yorkê re Dixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku divê cezayê mirinê li bergumanê Ozbek were birîn ku li bajarê New Yorkê 8 kes kuştibûn.

Berguman Sayfullo Saipov ji nûçegîhanan re got ku wî ji vîdyoyên DAIŞ’ê îlham girtîye û êrîşa xwe jî piştî temaşekirina wan vîdyoyan plan kiriye.

Saipov yê 29 salî got ku ew bi pêkanîna wê êrîşê dilxweş e û wî destûr xwestiye ku ala DAIŞ’ê li odeya xwe ya li nexweşxanê daliqîne.

“Terorîsta bajarê New Yorkê dilgeş e û xwestiye ku ala DAIŞ’ê li odeya xwe daliqîne. Wî 8 kes kuştin, 12 kesên din jî bi giranî birîndar kirin. DIVÊ EW CEZAYÊ MIRINE WERGIRE!” Trump di twîtekê de got.

Dozgerê Manhattan Joon Kim da zanîn ku Saipov rûbirûyê du tawan e û cezayê yek ji wan cezayê îdamê ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG