Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Trump Vekolîneke Berfireh Destpê Dike


Parlamanterên Demokrat, dijî Serok Donald Trump ser îdayên ‘’astengkirina dadê, perexwarin û bi awayekî xirab karanîna desthilatê’’ vekolîneke berfireh dane destpê kirin.

Komîteya Dadê ya Civata Nûneran, ji hevkarên Trump yên nêz, ji endamên malbata Trump, ku di nav wan de kurên wî Don Jr û Eric jî hene, xwest ku bi wan re agahîyan parve bikin.

Ji 81 kesan re name hat şandin û ji wan hat xwestin ku belgeyên derbarê ‘’karanîna erkê bo karên xirab’’ bidin.

Qesira Sipî ser vekolîna dijî Trump got ku ‘’îstismar û şermeke giran e’’

Trump jî derbarê vekolînê dîyar kir ku ‘’lîstikeke sîyasî’’ û da zanîn ku ‘’tevî vê yekê jî’’ ewê hevkarîyê bike.

XS
SM
MD
LG