Lînkên eksesibilîtî

Trump Venezuela jiber Girtina Rêberên Opozîsyonê Şermezar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump, Venezuela jiber desteserkirina du rêberên opozîsyonê şermezar kir.

Trump dîyar kir ku berpirsê ewlehî û saxlemîya her du rêberan, Serokê Venezuela Nicolas Maduro ye.

Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku her du rêber, Leopoldo Lopez û Antonio Ledezma, "ji alîyê rejîmê ve bi awayekî neqanûnî hatine girtin" û "girtîyên siyasî" ne.

Amerîka, pêr Duşemê dijî Maduro yê ku bi "dîktatorî"yê tawanbar dike, biryara toleyan sitandibû.

Cîgirê Serokê Amerîka Tim Pence, li ser Twitterê ragihand ku Îna borî, bi rêka telefonê bi Lopez re peyîvîye û bang li Venezuela kir ku her du rêberan demûdest berde.

Dadgeha Bilind ya Venezuela dîyar kiribû ku li gor agahîyên îstixbaratê bi dest xistine, her du rêberên ku di hepsa mal de bûn plana revê kiriye.

Ledezme û Lopez, bo hilbijartina meclîsa damezrîner banga boykotê kiribûn.

Li Venezuela, di protestoyên li dijî hikûmetê de, ki ji Nîsanê vir ve dom dikin, herî kêm 120 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG