Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dijî Venezuela Toleyên Nû Îmza Dike


Qesra Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serok Donald Trump "dijî diktatorîya Venezuela", biryarnameyeke ku toleyên aborî tîne îmza kiriye.

"Dîktatorîya Maduro, gele Venezuela ji xwarin û dermanan mehrûm dihêle, rikeberîya ku bi rêkên demokratîk hatîye hilbijartin diavêje hepdê û azadîya beyanê bi tundûtûjîyê binpê dike." hat gotin di daxuyanîyê de.

Li gor daxuyanîyê, çêkirina peywendîyên bazirganî bi hikûmeta Venezuela û sazîya wê ya petrolê re, qedexe ye.

Qesra Sipî bi daxuyanîyê bang li Venezuela kir ku demokrasîyê jinûve saz bike, hilbijartinên azad û adil li dar xîne û girtîyên siyasî berde.

XS
SM
MD
LG