Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Venezuela Dibêje ku Şandina Leşkeran Alternatîfek E


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku bo Venezuela alternatîfên wan hene û dibe ku ew leşkerên xwe bişînin wî welatî.

Trump ji kanala CBS re da zanîn ku Nicolas Maduro çend mehên berê xwestiye bi wî re biaxife, lê wî red kiriye.

Wî bi bîr xist ku li Venezuela protestoyên mezin li dar dikevin û ser şandina leşkerên Amerîkî got ku ‘’ew alternatîfek e’’

Roja Şemîyê, bi deh hezaran kesên li Venezuela bo protestokirina hikûmeta Maduro derketibûn qadan.

Amerîka û zêdetirê 20 welatên din dixwazin ku Maduro karvekişîna xwe ragihîne û dijî wî piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dikin.

Herî dawî generalekî payabilind yê Venezuela dabû zanîn ku ew li alîyê Guadio ye.

XS
SM
MD
LG