Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Îşev Axaftineke Ser Venezuela Bike û Hişyarî Bide Leşkeran


Serokê Amerîka Donald Trump, li ber îşev li Florîda derheqa Venezuela axaftinekê bike û hişyarî bide karbidestên leşkerî yên wî welatî ku ber bi demokrasî ve gavan bavêjin.

“Welatên Yekbûyî dizane ku karbidestên leşkerî û malbatên wan diravên xwe li seranser dine veşartine,” Trump plan dike ku bêje, li gor ku Qesira Sipî îro Duşemê ragihand.

Qesira Sipî herwiha got ku divê artêşa Venezuela rê bide alîkarîya mirovahî ku têkeve nav welêt.

“Li pêş karbidestên leşkerî yê Venezuelî bijareyeke zelal heye ku ew jî xebata demokrasîya bona sibêroja wan û sibêroja malbata wan e yan jî ewê hemî hebûnên xwe hinda bikin.”

Di axaftina îşev de, Trump wê careke din piştgirîyeke xurt ji Serokê Parlamanê Juan Guaido re ragihîne ku Washington wî wek serokê rêwa yê Venezuela dibîne.

XS
SM
MD
LG