Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Walîyên Eyaletan Dike ku Dêr û Mizgeftan Demûdest Vekin


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî bang li walîyên eyaletan kir ku cîhên îbadetê yên wek dêr, mizgeft û kenîşteyan vekin.

Trump da zanîn ku îbadetxane di koma ‘’cîhên pêwîst’’ de ne.

‘’Li Amerîka hewcedarîya me ne bi kêmtir, lê bi pirtir diayan heye’’ Trump got.

Wî walîyên bo cîhên alkolê destûra vekirinê dane jî rexne kir.

Navenda Amerîkî ya Kontrolkirin û Nehîştina Nexweşiyan (CDC) şertên bo jinûve vebûna dêran ragihandin.

CDC’ê di rêbera 60 rûpelî ya ser dibistan û cîhên kar de behsa îbatxaneyan nekiribû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 1,600,000 kes bi vîrusa korona ketine û 95,553 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG