Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Dîwar Tunebe, Hikûmet jî Venabe


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê got ku girtîbûna hin beşên hikûmeta federalî wê berdewam bike, heta ku daxwaza wî ya avakirina dîwarê ser tixubê Meksîkî bi cîh were.

“Ez nikarim ji we re bêjim ku hikûmet wê kengî vebe, lê ez dikarim bêjim ku heta ku dîwar çênebe, ewê venebe. Divê em dîwar ava bikin ku hatina kesên neqanûnî û madeyên hişbir werin rawestandin. Ger dîwar tunebe, hikûmet jî venabe.”

Hin beşên hikûmeta federalî ya Amerîkî ji roja Şemîyê vir ve daxistî ye, jiber ku endamên Kongresê nekarîbûn ku li ser budceya nû bigiheştana lihevkirinekê.

XS
SM
MD
LG