Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Tirkîyê Deng û Dîmenên Ser Hindabûna Xaşiqcî Dixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump da zanîn ku wî ji Wezîrê Derve Mike Pompe re gotiye ku ger di destê Tirkîyê de ser hindabûna rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî deng û dîmen hene, bila wan bidin Amerîka.

Trump li Qesra Sipî got ku ‘’Ez hîn tam nizanim ku tomar hene yan ne, dibe ku hebin’’ Wî dîyar kir di vegera Pompeo de ew dê ji wî ‘’raporeke berfireh’’ bixwaze.

Pompeo, ser daxwaza Serok Trump bo ronîkirina rewşa Xaşiqcî berê serdana Erebîstana Saudî kiribû û piştre derbazî Tirkîyê bûbû.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Tirkîye ser kuştina Xaşiqcî disekine, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.

XS
SM
MD
LG