Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Axaftina Dawîyê de Serketin ji Rêvebirîya Nû re Xwest


Serokê Amerîka Donald Trump, 20 Rêbendan,2021
Serokê Amerîka Donald Trump, 20 Rêbendan,2021

Serok Donald Trump, di axaftina xwe ya xatirxwestina ji seroktîyê ya li navenda artêşê Andrews ya li eyaleta Maryland de ji alîgirên xwe re bahsa serketinên xwe kir û got ku ewê vegere.

Trump di merasîma xatirxwestinê de ku silava leşkerî ya bi 21 çekan hat dayîn û strana "Silav ji Fermandar re " ya koma muzîkê ya artêşê lêxist de axifî.

"Emê bi awayekî vegerin," Trump got.

Trump di axaftina neh daqîqayî de ser 'çar salên bêhempa' de, Trump bi taybet avakirina Hêza Esmanî, berjewendîyên jibo gazîyan û qanûna bacê ya 2017'an sekinî.

Trump di axaftinê de qala du împîçkirinên xwe nekir û qet li ser mirina pirtir ji 400.00 Amerîkîyên ku jiber COVID-19 jî nekir.

Lê, wî alîgirên xwe hîşyar kir ku hember vîrusa korona ya kujer haydar p agahdar bin

"Tiştên ku me kirine li gor hemî pîvanan karên pir baş bûn," Trump got.

Wî di axaftina dawî de qala serokê hilbijartî Joe Biden nekir, lê got ku ew hêvî dike ku ew bacan zêde neke.

Seork Trump herwiha ji rêvebervîya nû re hêvîyên serkeftinê şand.



XS
SM
MD
LG