Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Medya Amerîkî Nerazî ye ku Wî bi Êrîşa Zelanda Nû Tawanbar Dikin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê nerazîbûna xwe ya derheqa medya netewî ya Amerîkî dîyar kir ku wî bi êrîşa li Christchurch ya Zelanda Nû tawanbar dikin.

“Medya Amerîkî hewildeke mezin dide ku min bi êrîşa hovane ya li Zelanda Nû tawanbar bike. Divê hîn pirtir bixebitin ku wê yekî îsbat bikin. Tiştekî beredayî ye ku ew dikin,” Trump ji ser hesaba xwe ya Twitterê got.

Dezgehên serekî yên Amerîkî ragihandibû ku êrîşkarê Australî Brent Harris Tarrant, ku 50 Misilman kuştibûn, di daxuyanîya berî êrîşê de pesna Trump dabû.

Wî serok Trump ew wek sembolê nasnameya vejandî ya sipîyan û armanca hevbeş bi nav kiribû, tevî ku Tarrant gotibû ku ew piştgirîya sîyaseta Trump nake.

.

XS
SM
MD
LG