Serokê Amerîka Donald Trump bi telefonê serokê nû yê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy pîroz kir, piştî ku partîya wî di hilbijartinên parlamenê de serketî bû.
Ofîsa Zelenskiy ragihand ku Trump jibo pêkanîna reforman li Ukrayna, soza piştgirî da wî serokê nû.
“Trump ji Zelenskiy re got ku ew pêgîr e ku serokê nû yê Ukrayna dê wêneya welatî xwe baştir bike û gavên erênî bavêje,” daxuyanîya ofîsa Zelenskiy ragihand.
Zelenskiy, ku stêrkekî televîzyonê ye, di hilbijartina meha Gulanê de serketî bûbû û wî biryara hilbijartinên pêşdem ya parlamanê dabû jiber ku piranîya wê parlamanê di destê hevrikên wî de bû.
Di hilbijartina nû ya roja Yekşemê de partîya Zelenskiy piranîya nav parlamanê girt destê xwe.