Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TSA: Rewşa Rêwîtîya Esmanî bi Berdewamî Baştir Dibe


Rêvebirîya Ewlekarîya Veguhestinê ya Amerîka (TSA) îro Duşemê ragihand ku rêwîtîya esmanî, ku jiber pandemîya korona nizim bûbû, ber bi başbûnê ve diçe.

“Hejmara rêwîyên esmanî ku di bin me de derbaz kirine, roja Yekşemê cara yekê ji 1.5 mîlyonî borî,” TSA bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

TSA ragihand ku karmendên wê roja Yekşemê pişkînin li1.54 mîlyon kes kirine ku ew jî rêjeya herî bilind ya ji 13’ê Adara 2020’an vir ve ye.

TSA herwiha da zanîn ku roja 11’an ya ser hev e ku rêwîyên ku têne kontrol kirin ji 1 mîlyonî pirtir e.

Pispor bal dikşînin ku COVID-19 sektora rêwîtîya esmanî xistiye rewşeke xirab û hejmara rêwîyên esmanî yên bi kompanîyên Amerîkî % 60 nizimtir bûbû.

Lê, bi vaksînkirina pirtir Amerîkîyan daxwaza rêwîtîya esmanî di hefteyên dawîyê de zêde dibe.

XS
SM
MD
LG