Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feliks Tshisekedi bi Fermî Bû Serokê Nû yê Komara Demokratîk ya Kongo


Piştgirekî Tshisekedi

Rêberê opozîsyonê Feliks Tshisekedi îro Pêncşemê sond xwar û wek serokê nû yê Komara Demokratîk ya Kongo dest bi kar kir.

Tshisekedi di hilbijartina 30’ê Berfanbarê de serletî bûbû, lê berbijarê din yê opozîsyonê ew tawanbar kiribû ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin.

Di merasîma fermî ya sondxwarinê de, wek serokên dewletên bîyanî, tenê serokê Kenya Uhuru Kenyatta amade bû û ew jî rêwabûna hilbijartina Tshisekedi careke din anî rojevê.

Komara Demokratîk ya Kongo, piştî destxistina serxwebûna xwe ya 58 sal berê, cara yekê bi rêka hilbijaratinê desthilat guhert û û şûna Joseph Kabila Tshisekedi hilbijrt.

XS
SM
MD
LG