Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Halîs Yerlîkaya:“ TTB Bo Mafên Doktoran û Civakê Têkoşîna Xwe Dê Xurtir Bike”


Li Tirkîyê xwepeşandaneke TBB
Li Tirkîyê xwepeşandaneke TBB

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 14'ê Cotmehê de, Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) kir hedef û got ku têkilîya wan bi terorê re heye. Erdogan got ku TTB û komeleyên pîşeyî yên din hemberî qanûna bingehîn tevdigerin û mesele giheştiye asteke ku nayê qabûl kirin.

Erdogan, seroka Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB), Prof Dr. Şebnem Korur Fîncancî jî tawanbar kir û got TTB terorîsteke wek seroka TTB hilbijartîye.

Prof. Dr. Fîncancî di salên borî de, bi sedema îmzakirina daxwaznameya aştîyê bi têkilîyên terorê hatibû tawanbar kirin û herwiha ew di 18'ê Îlonê de wek Seroka Konseya Navendî hat hilbijartin.

Hevdem, Erdogan ji parlemena Tirkîyê xwest ku qanûnan derxe da ku bandora komeleyên saxlemîyê, bijîşkî û rexistinên din yên ku hikûmeta wî jibo pandemîya vîrusa koronayê rexne dikin, bidin sekinandin.

Ji alîyê din serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku hevalbendê desthilatdarîya hikûmeta Erdogan e, meha borî TTB bi xayînê sûcdar kir û xwest ku were girtin.

Gelek rexistinên neteweyî û navneteweyî bo TBB'ê piştvanîyê dîyar kirin ku niha di rojeva sîyasî û civakê ev wek mijareke germ û girîng tê nrîqaş kirin.

Endamê Konseya Rêvebirîya Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re de, tevahîya tawanên AKP û MHP red kir, herwiha wî ragihand ku ev ne rojeva wan e, rojeva wan pandemîya vîrusa korona ye.

“TTB berovajiyê hikûmetê, welatiyan bi awayekê rast agahdar dike. Di demên dawî de bi awayekê zanebûn me dikin hedef. Em dixwazin bidin zanîn ku, em weke Yekitiya Doktorên Tirkan, ne li gel kesên bihêz in, em li gel kesên mafdar in û rastiyan dibêjin. Em ji desthilatdarîya AKP-MHP natirsin ku ew dixwazin rastî û dengê civakê bêdeng bikin, bidin fetisandin,” Dr. Yerlîkaya got.

Dr. Halîs Yerlîkaya, di derbarê tawankirina Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî de jî agahdarî da û got ku Dr. Fîncancî rûmeta me ye.

“Seroka Konseya Navendî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî i, di çarçoveya erka xwe ya doktoriyê de, li dijî îşkenceya dij mirovahiyê, hem li welatê me û hem jî di qada navneteweyî de xebatên girîng birêve birin. Têkoşîna li dijî îşkenceyê û ji bo mafê mirovan, ne şerme, rûmete,“ wî got.

Herwiha Dr. Yerlîkaya destnîşan kir ku ewê wek TTB jibo mafê doktoran û civakê têkoşîna xwe xurtir bi rêve bibin û çi dibe bila bibe jî, ewê her tim xwedî li hempîşeyên xwe, gelê xwe, û mafan derkevin.

OY_10_21_2020_TTB
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG