Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Gergerlîoglu Givaştinên Ser TBB'ê Dinirxîne


Li Tirkîyê Ji Meha Adarê Ve 91 Xebatkarên Tendirustîyê Jiber COVID-19 Mirin

Serokê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî berî çend rojan xwest ku Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) were girtin û li dijî rêvebirên wê gavên hiqûqî werin avêtin.

Piştî ku TTB’ê jibo balkişandina ser tedbîrên dijî belavbûna COVID-19, biryar dabû ku navbera 14 û 18 Îlonê wek "Hefteya Hûn Nikarin Rêve Bibin, Em Dimirin" îlan kir, Bahçelî li ser Twitter’ê banga girtina TTB’ê kiribû.

TTB’ê jibo revebirina pandemîya COVID-19 banga rêbazên zanistî, daneyên zelal û beşdarîya hemî alîyên pwtwendîdar ji hikûmetê kirîbû.

Parlamanterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje ku gotinên Bahçelî nayên qebûl kirin.

“Berteka şirîkê Tifaqa Gel Devlet Bahçelî ya dijî TTB’ê hêza sîstema faşistane nîşan dide. Jiber ku protestoyeke herî biçûk jî wek hewildana dijî hukûmetê tê dîtin. Bi rastî ev rewş dûrketina Tirkîyê ya ji demokrasîyê nîşan dide.”

Omer Faruk Gergerlîoglu
Omer Faruk Gergerlîoglu

Gergerlîoglu banga TTB’ê jî erênî dibîne û dibêje ku ji destpêka vîrûsa korona vir ve xebatkarên saxlemîyê di nava mercên xirab de dixebitin.

“Ev rewş ser derûnîya xebatkarên tendirustîyê bandorên xirab çêdike. Disa ev bû sedema pirtir mirin û pêketînên xebatkarên tendirustîyê. Belavbûna vîrusa korona herî zêde ku jiber ku xebatkarên tendirustîyê ne heta niha 91 xebatkar jîyanên xwe ji dest dane ku 31 ji wan doktor in.”

Gergerlîoglu bal dikşîne ku bi sedan xebatkar jî bi nexweşîya koronayê ketine û hevdîtinên wan bi doktoran re dide nîşan ku ew kêmahîya alavên xweparastinê dikşînin.

MEB_18_09_20_TTB_HDP_Gergerlioglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG