Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima Hilbijartinên Amerîkî Roja Sêşemê û di Meha Mijdarê de Têne Kirin?


We qet pirsî ku çima hilbijartinên Amerîkî roja Sêşemê û di meha Mijdarê de têne kirin?

Bi rastî her dem ne wiha bû. Jibo 15 hilbijartinên seroktî yên pêşîn, her eyalet bi xwe biryar dida ku dengdan kijan roj were kirin.

Lê, dû re bi baştirbûna alavên ragihandinê hin pirsgirêk derketin pêş. Eyaletên ku dengdanê zûtir dikirin, bandor li ser hilbijerên eyaletên din dikirin.

Loma Kongres biryar da ku hilbijartin li her derê Amerîka di rojekê de were kirin: Sêşema yekê ya piştî Duşema yekê ya meha Mijdarê

Çima Sêşemê?

Hîngê rê tunebûn yan jî pir hindik bûn û giheştina cîhê dengdanê heta rojeke dikişand. Kongresê nexwest ku hilbijer di roja Yekşemê ya Şabata Krîstîyanan de rêwîtî bikin. Jiber ku kesên ku dixwest dengdanê bikin, roja Duşemê bo dengdanê derdiketin rêwîtîyê

Lê, çima meha Mijdarê?

Hîngê piranîya Amerîkî cotkar bûn. Di Mijdarê de rakirina hemî berhem bi dawî dibûn û zivistana dijwar hîn destpê nekiribû. Niha rê baş in û hindiktir Amerîkî cotkarî dikin

Tevî ku hin kes pêşnîyar dikin ku hilbijartinên netewî roja Şemîyê were kirin. Amerîka bi berdewamî roja Sêşemê ya meha Mijdarê hilbijartinan pêk tîne.

Hilbijartin li Amerîka Çima Rojên Sêşemê Tên Kirin?
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:15 0:00

XS
SM
MD
LG