Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvana Kurd ya Nexweş Aysel Tugluk Hat Berdan


Wêneya Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk, piştî ku ev ji zindanê hat berdan, 27 Cotmeh,2022.
Wêneya Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk, piştî ku ev ji zindanê hat berdan, 27 Cotmeh,2022.

Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk ya ku nexweşa demansê ye do şeva Pencşemê ji zindana Kandira ya Kocaelî hat berdan.

Biryara berdana Tugluk piştî raporta Sazîya Bijîşkî ya Dadwerîya (ATK) hat dayîn, ya ku dibêje “Tugluk nikare di zindanê de bimîne.”

Parêzer û parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî di nav de hejmarek mirov, li ber derîyê zindanê kom bûn ku pêşwazîya Aysel Tugluk’ê bikin.

Piştî berdana Tugluk’ê parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê, Serpîl Kemalbay li ber derîyê zindanê daxuyanîyeke da.

"Jibo parlamentera me Aysel Tugluk re derfetek hat dayîn ku saxlemîya xwe jinûve bi dest bixe. Jixwe divê Tugluk tu carî di zindanê de nemaya. Wek jineke Kurd ya sîyasetvan tevî nexweşîya demansê jî ew di zindanê dîl dihat girtin. Ev biryarek derengmayî ye. Lê di encamê de em gelekî kêfxweş in ku biryarek wiha hat dayîn. Em azadîya hemû girtîyên nexweş dixwazin. Jin Jîyan Azadî."

Hêjayê gotinê ye ku Aysel Tugluk dema parlementera HDP bû, di sala 2016’an de hatibû girtin. Tugluk ev ji 5 salan zêdetir bû ku di zindanê de girtîbû.

Tugluk di sala 2021’ê bi nexweşîya demansê anku “nexweşîya jibîrkirinê” ketibû û tevî rewşa wê ya giran jî, hemî hewldanên berîya niha yên jibo berdana wê bêencam mabûn.

Aysel Tugluk di 6'ê Tebax’ê de ji doza Kobanî biryara berdanê hatibû dayîn. Lê, jiber ku di dozeke din de ceza li wê hatibû birîn, nehatibû berdan.

Seroktîya Sazîya Tiba Edlî ya Stenbol’ê jî di meha Îlon’ê de derbarê saxlemîya Tugluk de raportek dabû û gotibû ku “ew dikare bi tenê li zindanê bijî.”

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Sîyasetvana Kurd Tugluk Ji Zindanê Hat Berdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00
XS
SM
MD
LG