Cîgirê Serokê Tirkîyê Cevdet Yilmaz îro Duşemê ragihand ku destpêkirina qonaxa duyemîn a pêvajoya aştiyê nikare destpê bike, heya ku Civata Ewlekarîya Neteweyî (MGK) çekdanîn û hilweşîna Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK’ê piştrast neke.
Cevdet Yîlmaz hevdem seroktîya Civata Koordînasyona Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî dike, li ser navê hikûmetê ji şopandin û koordînasyona pêvajoyê berpirsîyar e.
Yilmaz ev daxûyanîyana îro di hevpeyvîneke bi Ajansa Anadolu ya dewletê re parve kir. Wî li ser 4 komîsyonên ku di çarçoveya Civata bi seorktîya wî de hatine avakirin axîvî.
“Ji çar komîsyonên jêrîn, du komîsyonên ku şopandina rewşa li qadê û koordînasyona çekberdanê dikin, dest bi kar kirine,” wî got.
Lê, wî destnîşan kir ku du komîsyonên din, ku ji gavên dadwerî, hiqûqî û ji entagrasyona endamên berê yên PKK’ê berpirsîyar in, hê jî di qonaxa amadekarîyê de ne.
Yilmaz jibo destpêkirina qonaxa duyemîn demeke taybet dîyar nekir û got ku li bende ye ku li parlemanê jî mekanîzmayeke cuda ya şopandinê were ava kirin.
Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jî îro Duşemê di merasîma vekirina sala nû ya Zanîngeha Dîlokê de li ser qonaxa niha ya pêvajoyê axivî.
Numan Kurtulmuş serketina pêvajoyê bi sê xalan ve girê da:
“Serkeftina qonaxa pêş girêdayî sê gavên bingehîn e: çek divê bi temamî werin danîn, serweriya hiqûqê û pêşketina demokratîk bêne xurtkirin, û pêşketina aborî ya herêmê were xurtkirin,” wî got.
Kurtulmuş anî ziman ku “Tirkîye îro jibo çareserîya kêşeya çareserkirina terorê gavên bibiryar diavêje,” û herwiha destnîşan kir û got, “pêvajo bûye polîtîkaya dewletê û bi tevkarîya partiyên cuda yên siyasî bi pêş ve diçe.”
Ji alîyê din ve, Serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di 10'ê Cotmehê de lî Enqerê, li ser pirsên rojnamevanan rewşa niha ya pêvajoyê nirxand.
Bahçelî got ku divê jibo damezrînerê PKK’ê yê girtî Abdullah Ocalan di pêşvebirina pêvajoya aştiyê de roleke koordînasyonê were pênase kirin.
Wî pêvajo mîna siyaseta dewletê binav kir û bal kişand ser girîngiya cibicîhkirina qanûna çarçoveyî û avakirina saziyên pêwîst.
Ev daxuyanîyên cûda di demekê de tên, ku Enqere gavên pêş ên pêvajoyê, piştî biryara PKK’ê ya hilweşîn û dawîanîna şerê çekdarî, gotûbêj dike.