Breaking News

Hatîmogullari Dibêje, 'Tirkîye Bûye Çopxaneya Ewrupayê'

Tulay Hatimoğulları
Tulay Hatimoğulları

Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari dîyar kir ku desthilata Tirkîyê welat kiriye navenda çopxaneya Ewrupayê.

Dema Antalyayê mazuvanîya Konferansa Guherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) dike Hatîmogullari preskonferansek li dar xist.

Di preskonferansê de, Hatîmogullari got ku beşdarên COP31ê jî, bi wateya "zibil", "çop"ê dişixulînin û bo konferansê li şûna navê wê yê fermî dibêjin ÇOP31.

Wê da zanîn ku li gor agahîyên sala 2025’an ji Yekîtîya Ewrupa (YE) 510 hezar ton, ji Brîtanyayê 140 hezar ton ketine Tirkîyê û 60 ji sedê van çopan li Kuçukdîkîlîya Edeneyê hatiye rijandin.

Hatîmogullari dîyar kir ku beravên Tirkîyê bi mîkroplastîkêna têne gemarî kirin.

Wêneyê 14ê Mijdarê, 2026. Li Antaya di dema protestoyên li dijî Hilcivîna COP31, (Photo by OZAN KOSE / AFP)
Wêneyê 14ê Mijdarê, 2026. Li Antaya di dema protestoyên li dijî Hilcivîna COP31, (Photo by OZAN KOSE / AFP)

Bi berdewamî, Hatîmogullari bal kişand ser Endeksa Perfomansa Guherîna Avûhewayê û got ku Tirkîye ji nav 64 dewletan di rêza 53’yan de ye û got ku di van deman de ku dinya hewil dide ji sotemenîyên bermaye xerab yên weke neft, gaz û komirê dûr bikeve, Enqere mizginîya dîtina petrolên li Gabarê jî dide.

Tirkîye di COP31’ê de elektrîfîkasyonê derdixe pêş û armanc dike ku para enerjîya elektrîkê heta 2035’an rake 35 ji sedî.

Endeksa Germanwatch û Enstîtuya New Climate ser hewildana elektrfîkasyonê ya Tirkîyê dîyar dike ku hewildaneke erênî ye, lê dide zanîn ku karên wê heta niha hîn berçav nebûne.

Ew endeks dibêje divê elektrîfîkasyona Tirkîyê bi awayekî zelal armanc bike ku ji sotemenîyên fosîl dûr bikeve.

XS
SM
MD
LG