Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tunç Dibêje Ger DEM Partî jibo Hevdîtina Nû ya bi Ocalan re Serlêdanê Bike Ewê Destûr Bidin


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç ser danûstandinên bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan yê li Girtîgeha Îmrali re axifî.

Tunç dîyar kir ku Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo hevdîtina 3’yan ya bi Ocalan re hîn serlêdan nekiriye û got gava serlêdan çêbe ew dikarin destûrê bidin.

‘’Di vê peyvajoyê de derfet hat dayîn ku nûnerên DEM Partî bi Îmrali re bicivin. Du caran hevdîtin çêbûn. Daxwaza cara 3’yan hîn çênebûye.’’

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku wê Ocalan bang li PKK’ê bike ku çekan berde.

Li ser pirsên derbarê dem û şêweya banga Ocalan, Tunç got ku li gor qanûnên Tirkîyê girtîyek nikare bi rêka vîdyoyan bangê jibo bîragiştî bike.

Peyvajoya danûstandinên bi Ocalan re meha Cotmehê bi bangên Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê ye, destpê kiribû.

Bahçelî bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina PKK’ê bike ku vê yekê di rojeva Tirkîyê de deng dabû.

Hin jêderên AKP’ê dibêjin Ocalan dikare di Newrozê de, ku di 21’ê Adarê de tê pîroz kirin, banga sekinandina PKK’ê bike.

Karbidestên DEM Partî radighînin ku wê Ocalan bangeke dîrokî bike, lê dibêjin dema bangê niha ne dîyar e.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG