Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Tunisê de Sê Terorîst Û Polîsek Hatin Kuştin


Agentes de la policía custodian el lugar de un doble ataque suicida cerca de la embajada de Estados Unidos en Túnez el 6 de marzo de 20202.
Agentes de la policía custodian el lugar de un doble ataque suicida cerca de la embajada de Estados Unidos en Túnez el 6 de marzo de 20202.

Roja Yekşemê berpirsên ewlekariya Tunisê dan xuyakirin ku polîsan 3 "Terorîst" kuştine, piştî ku êrîş li dij polîsan li bajarê Sousse yê li ser peravan qewimî û polîsek jî hatîye kuştin.

Êrîşa li Sousse di wî çaxî da pêkhat piştî du rojan ji destbikarbûna Serokwezîrê nû Hişam Al Meşîşî yê ku piştî Serokwezîrê dest ji kar kêşayî Elyas Al Faxfax hatî ser desthilatê.

Êrîş metirsya ewlekarî pêşçav dike li welatê Tunis yê ku rastî pirsgirêkên cidî yên civakî û aborîya ketî hatî.

Li meha Adara borî li Tunisa paytext du siwarên motorsiklan xwe li hember deriyê balyozxana Amerîka teqand bû, ku bibû sedema kuştina polîsekî û birîndarbûna çendên din.

Peyvdarê Zêrevanên Niştîmanî gotiye ajansa Reuters"Terorîstan li duriyana cadeya Al Qantawî du polîs kêr kirine, yek ji wan mirîye, paşan polîs ketine dû wan û hersê terorîst kuştine."

Piştî bûyerê wezareta Navxweyî ya Tunisê daxuyaniyek weşandîye û gotiye, polîsê hatî kuştin bi rêya danser ya otombîlê (Pêlênan) pêkahtîye.

Di daxuyaniya wezaretê da hatiye"Ji hemû sinfan hêzên ewlehiyê ketin nava Xebatê jibo lêgerîn û dorpêçkirina endamên terorîst, şer di navbera wan da derketîye, heta ku hersê terorîst hatin jinav birin."

Daxyauniya Wezaretê dîsan dibêje, Wezîr Tewfîq Şarafedîn çû cihê bûyerê û nexweşxana bajarê Sousse jibo rewşa polîsê birîndar bizane.

Al Qantawî herêmeke toristîke li bajarê Suse hemû hotel in, ku ji biyaniyan hatine çol kirin jiber vîrusa korona.

Ji hejî bîrxistiê ye ku li Tunisê çendîn caran êrîşên teroristî pêk tên, komelên Jihadî yên weke Dewleta Îslamê DAIŞê xwe ji wan êrîşan berpirs dibêne.

Di Hezîrana sala 2015ê de li heman herêma toristîk ya Al Qantawî êrîşa çekdarî pêkhatbû û 38 kes bi bûyerê da hatbûn kuştin û DAIŞê ew êrîş girtbû ser xwe.

XS
SM
MD
LG