Karbidestekî dadwerî roja Yekşemê got, herî kêm 10 koçberên Tûnisî winda bûn û yek jî mir piştî ku keştiya wan li peravên Tûnisê binav bû dema ku dixwestin ji Derya Spî derbasî Îtalyayê bibin.
Tûnis bi qeyranek koçberiyê ya nedîtî re rû bi rû ye û li şûna Lîbyayê bûye xaleke sereke ya derketinê ji bo mirovên ku ji xizanî û pevçûnan li Afrîka û Rojhilata Navîn direvin, bi hêviya jiyanek çêtir li Ewropayê.
Li gorî hejmarên ku ji hêla Reuters ve hatinî berhevkirin, trajediya herî dawî hejmara mirî û windayan li peravên welatê Afrîkaya Bakur di nîvê yekem a 2023-an de ji 600î zêdetir dike, ku ji her saleke berê pirtir e.
Dadwerê bajarê Sfaqis Faouzi Masmoudi ji Reutersê re got, pasewanên peravê yên Tûnisê 11 kes ji keştiya ku ji beravên bajarokê Zerzîs bi rê ketibû rizgar kirin.
Foruma Tûnisî ya ji bo Mafên Aborî û Civakî, ku komeke mafên mirovan e, roja Şemiyê got ku hejmara kuştî û windayan di binavbûna keştiyan de gihîştiye 608 kesan û pasewanên peravê hewildanên siwarkirina nêzîkî 33,000 kesan li qeyikên peravên Tûnisê pûç kirine.
Tûnis di bin fişara welatên Ewropî de ye ku rê li ber derketina hejmareke zêde ya xelkê ji peravên wê bigire. Lê Serok Qeys Sieyid got ku ew ê wekî parêzvanên sînor tevnegerin.
Çavkanî: Reuters