Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qeraxa Ava Tûnis 35 Koçber Jiyana Xwe Ji Dest Dan


Wezareta berevaniya Tûnisê got bi kêmanî 35 koçberan di encama binavbûna gemiya wan de li qeraxa welêt de, jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê di daxuyaniyekê de îro Yekşemê got nobedarên deryayî, di çarçoweya operasyonekê de, ku şeva borî destpêkir û hîn berdewam e, 68 koçberên din rizgar kirin, di nav de Tûnisî û 7 biyanî hebûn.

Wezaret dibêje gemiyê derdora 180 koçber ji Tûnisê û welatên din ên Afrîqî vediguhestin.

Gemî li rojhilata qeraxa Tûnis li nêzîkî girava Kerkennah binav bû.

Hêjayî gotinê ye ku di van mehên dawî de Tûnis bûye xalekê ku koçber jê derdikevin û berê xwe didin Ewrupa.

Koçber ji ber birçîbûn û navçeyên şer yên Afrîqa û Rojhilata Navîn direvin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG