Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnis Wê Bersîvdana Ereban ya Dijî Biryara Amerîka ya Derheqa Golan Rêve Bibe


Khemaies Jhinaou
Khemaies Jhinaou

Wezîrê Derve yê Tûnisê Khemaies Jhinaoui îro Înê got ku ewê bi welatên Erebî re di kav kordînasyonê be ku hember biryara Amerîka ya naskirina serwerîya Îsraîlê li ser Girên Golanê helwesteke hevbeş hebe.

Jhinaoui di merasîma wergirtina seroktîya demkî ya Yekîtîya Erebî de, li bajarê Tûnisê ew gotin kirin.

Li ber e, endamên Yekîtîya Erebî di hilcivîna salane de mijara biryara Amerîka ya derheqa Girên Golanê û naskirina Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê bi firehî gotûbêj bikin.

Îsraîlê di sala 1967’an de, di encama şerê Rojhilata Navîn de Girên Golanê ji Sûrîyê û Orşelîma Rojhilatê jî ji Urdunê standibûn û ew her du herêm xistibûn bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG