Peyvdarê dadgeha Tunisê ragihand ku dema keştiyekê ji beravên Tunisê koçber vediguhastin, di ava deryayê de keştî binav bûye 5 koçber mirin, û 7 kesên din jî winda bûn, bûyer li peravên parêzgeha Sfax (Sefaqis) ya Tûnisê çêbûye.
Peyvdarê fermî yê dadgeha Sfax, Fewzî El-Mesmûdî, ji AFP re got ku "di keştiyê de 35 kes hebûn, di nav wan de jin û zarok, ku piraniya wan Tûnisî ne, bi îhtîmala ku hejmareke hindik ji Afrîqayên Sahrayê bin, 23 kes hatin rizgarkirin, wî got " 5 cenaze hatin derxistin, 7 kes jî winda ne."
Tûnis şûna Lîbyayê girt, wekî xala sereke ya derketina ber bi Ewrupa û koçberiyê ve ji bo wan kesên jiber hejarî û şeran direvin û dixwazin li Ewrupayê jiynek baştir bidest bixin.
Li gorî gotinên şahidan û zêrevanên sînor yên Lîbyayê ji AFP re ragihandîn, bi sedan koçberên ji Afrîkaya jêriya Sehrayê û deverên dûr yên li ser sînorê di navbera Tûnis û Lîbyayê de êş û azarê dikişînin, piştî ku rayedarên Tûnisî ew veguhastin herêmeke biyabanî ya dûr.
Di destpêka Tîrmehê de, piştî ku Sfax (Seaqis) bû şahidê tundûtûjiyê di navbera niştecihên xwecihî û koçberan de, rayedaran bi sedan koçber li otobusan bar kirin û ew birin deverên biyabanî yên dûr li nêzî Cezayîr û Lîbyayê.
Rêxistina Navnetewî ya Çavdêrîya Mafên Mirov (Human Rights Watch) piştrast kir ku polîsên Tûnisî bi kêmî ve 1200 koçberên Afrîqî "derxistin" û ew li ser sînorên bi Lîbya li rojhilat û Cezayîrê li rojava hiştin, lê hikûmeta Tûnisê wê îdîayê red dike.
Jêder; AFP