Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk jiber Bersîvdana Erdhejê Hikûmeta Tirkîyê Rexne Dike


Turkey's Adiyaman after the earthquake
Turkey's Adiyaman after the earthquake

Sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk bi şandeyeke Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re serdana Semsûrê kir.

Turk li Semsûrê piştî serdana mexdurên erdhejê dîyar kir ku felaketa desthilata sîyasî çêkiriye ji ya erdhejê mezintir e.

‘’Li Semsûrê bi deh hezaran kesan canên xwe ji dest dan. Mixabin haya walîyê vir ji milet tuneye, gotiye em hinekî leqîyan, pir tiştek nebûye, ew nizane çi felaket hatiye serê vî bajarî’.’

Turk dîyar kir ku dilxwazên HDP’ê û sazîyên sîvîl alîkarîyê dixwazin alîkarîya gel bikin, lê dewlet rê li ber wan digire.

Sîyasetvanê Kurd bi bîr xist ku dewletê dest danîye alîkarîyan û li Bazarcixê jî qayum erkdar kiriye.

Turk dîyar kir ku mirov di bin kavilan de mane û du sê rojan ti xebata lêgerîn û rizgarkirinê nehatiye kirin.

Berdevkê HDP’ê Ebru Gunay jî dîyar kir ku desthilatê li Semsûrê di demê de mudaxale nekiriye û merivên sax di bin enqazan de hiştine.

Gunay dîyar kir ku kesên ji paşmayîyêj avahîyên hilweşandî sax filîtine jî jiber tîbûn, birçîbûn û sermayê re rûbirû mane.

Wê îdia kir ku hikûmet bi xwe birînên gel derman nake û rê li ber alîkarîyên wan digire.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG