Hikûmeta Tirkîyê îro Çarşemê bang li balyozê Alman kir ku binçavkirina du rojnamevanên Tirk Îsmaîl Erel û Cemîl Albay li Frankfurtê protesto bike.
Wezareta Derve ya Tirkîyê binçavkirina Erel û Albay wek êrîşeke dijî medyaya Tirk û kiryareke rêgir bi nav kir.
Malpera DW ya Almanî ragihand ku her du rojnamevanên binçavkirî hatine berdan.
Demeke zûtir ya îro, dozgerekê Almanîj ji ajansa AFP re gotibû ku ew du rojnamevan nehatine desteser kirin, lê dijî wan bi jiber îdiaya belavkirina agahîyên nepênî yên kesane ya bi awayê xeternek doz hatiye vekirin.