Tirkîyê Peymana Berevanîya Hevpar a Mekkeyê, ku bi Erebistana Saûdî û Pakistanê re îmze kiriye, jibo pejirandinê pêşkêşî parlamenê kir.
Li gor belgeya ji alîyê televîzyona dewletê TRT Haber ve hat ragihandin, Peymana Mekkeyê ji 16 xalan pêk tê.
Di belgeya peymanê de, Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistan wekî “alîyên bingehîn” tên binavkirin.
Xala 2 ya peymanê, êrîşeke çekdarî ya dijî yek jiwan 3 welatan, mîna êrîşa dijî tevahîya hersê welatan tê pênasekirin.
Li gor vê xalê, ger alîyekî peymanê rastî êrîşeke çekdarî an êrişkarîya leşkerî bimîne, wê aliyên din yên peymanê bi hemû derfatên xwe demûdest alîkarîya wî welatî bikin.
Serokê Ragihandinê yê Seroktîya Tirkîyê Burhanettin Duran îro Sêşemê pêşkêşkirina peymanê ji parlemanê re bi erênî nirxand.
Wî di peyameke li ser X’ê de got ku peyman armanc dike hêza pêşîgirtînê ya hevpar xurt bike, kanînên berevanîyê yên hevpar zêde bike û ewlehî û aramîya herêmê biparêze.
“Peymana Berevanîya Hevbeş a Mekkeyê, ku , jibo çarserîya kêşeyên herêmî de li ser prensîba wergirtina berpirsîyarîyê ji alîyê welatên herêmî ve hatiye avakirin, nîşaneya vîyaneke hevpar e, ku ewlehî û pitgirîyê dike pêşînî,” wî got.
Peyman di demekê de tê pêşkêşkirina parlamena Tirkîyê, ku şerê Yemenê, şerê Amerîka û Îranê û alozîya di navbera Tirkîye û Îsraîlê de berdewam dikin.
Hejayê gotinê ye ku pêşkêşkirina ji Parlamênê re nayê wê wateyê ku peyman hatiye pejirandin.
Li gor xala 90’an a Destûra Bingehîn a Tirkîyê, jibo pejirandina peymanê divê parlamen qanûneke guncavbûnê derxe. Piştî Parleman vê qanûnê derbixe, divê serokê Tirkîyê Recep tayyîp Erdogan erê bike û di Rojnameya Fermî de were weşandin, wê demê peyman jibo Tirkîyê dibe qanûnî û wekî qanûnek navxweyî dikeve merîyetê.