Artêşa Tirkiyê got hêzên Tirkiyê îro Şemiyê bajarê Serê Kaniyê kontrol kir.
Wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand ku hêzên wan derbasî navenda bajêr bûn.
Wezaretê di Twîtekê de got: “Navenda Serê Kaniyê hate kontrolkirin bi riya oerasyoneke serkeftî li aliyê rojhilatê Furatê.”
Rojnamevanekî Associated Press ji aliyê din ê sînor, dengê teqe û pevçûnan bihîst ku diyar dike hêzên Kurdî hîn li hin navçeyên bajêr dimînin.
Hêzên Sûriya Democrat du vîdyo belvkirin ku tê de hin şervanan li nava bajêr diyar dikin û ew dibêjin îro Şemiye û ew hîn li wir in.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got pevçûn berdewam in û hêzên Kurdî hewl didin êrîşa Tirkiyê vegerînin.