Polîsên Tirkîyê şeş generalên karnişîn binçav kirin, di nav de berpirsê berê yên hêza esmanî, jiber rolê bergumanê wan li xistina Serokwezîrê Îslamî Necmettin Erbakan ji desthilatê li salên 1990’an.
Li gor ajansa nûçeyên Anadolu ya ser bi dewletê, dadgeha Tirkîyê roja Sêşemê her şeş general tawanbar kirin ji ber rolê wan li neçarkirina Erbakanî da dest ji desthilatê berde li sala 1997’ê.
Bi dehan general û generalên karnişîn li Tirkîyê hatîne tawanbarkirin û binçavkirin.